Ji Libnanê êrişî lêşkerên Îsraîlê hat kirin: Leşkerek hat kuştin

21-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Libnan Hizbulah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji başûrê Libnanê êrişî leşkerên Îsraîlê kirin, leşkerekî Îsraîlê hat kuştin 3 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya rojnameya Yediot Ahronotê ji başûrê Libnanê bi mûşekên antî tankan êrişî leşkerên Îsraîlê kirine.

Di encama êrişê de leşkerekî yedek ê Îsraîlê hatiye kuştin, 3 leşkerên yedek jî birîndar bûne.

Li aliyê din ajansa nûçeyan a Libnanê NNAyê jî diyar kir ku Hizbulahê êrişên xwe yên li dijî çeperên Îsraîlê yên li ser sînor didomîne.

Bi vî awayî hejmara leşkerên Îsraîlê yên ku di êrişên ji 8ê Çiriya Pêşîn ve li ser sînorê Libnanê hatin kuştin derket 3yan.

Li aliyê din di êrişan de 12 çekdarên Hizbulahê jî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst