Hemas: Me du dîlên Amerîkî serbest berdan

21-10-2023
RÛDAW
Nîşan Judith Raanan Hemes Lêwayên Qesamê Îsraîl Natali Raanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê ragihand ku wan du dîlên Amerîkî (dê û keç) bi hincetên mirovahî berdane.

Berdevkê Baskê çekdar ê Hemasê Lîwayên Îzeddîn El-Qesamê Ebû Ubeyde di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de diyar kir ku li hemberî hewldanên Qeterê wan jineke Amerîkî û keça wê serbest berdane.

Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwewîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Li aliyê din di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jeneke Amerîkî ya bi navê Judith Raanan û keça wê Natali Raanan ku di destê Hemasê de bûn serbest hatine berdan.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku artêş û hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê li ser sînorê Xezeyê pêşwaziya 2 dîlên ku serbest hatine berdan kiriye û ji bo bigihîjin malbata xwe ew birine xaleke leşkerî.

Berdevkê Lîwayên Îzeddîn El-Qesamê beriya niha gotibû ku di destê wan de 200 heta 250 dîl hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst