Li Bab û Marihê li dijî Tehrîr El-Şam xwepêşandan hatin kirin û wêneyên Mihemed Colanî şewitandin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li piraniya navçeyên bin kontrola Grûpên çekdar de xwenîşandan li dijî Desteya Tehrîr el-Şam birêveçûn, li Bab, Marih û Soran û gelek bajarên din. Sloganên ku berê li dijî serokê Sûriyê digotin, niha li dijî Ebû Mihemed Colanî dibêjin û wêneyên wî şewtandin. Xwepêşanderek dibêje, çekdarên Tehrîr el-Şam li Efrînê dikevin malan û xelkê digirin û cihên giştî jî talan dikin.

Xelkê bajarê Babê ye li rojhilatê Helebê, li dijî derbasbûna  Desteya Tehrîr El-Şam bo navçeya wan  xwepêşandanê dikin.Sloganên  ku wan ji despêka xwepêşandanên li dijî serokê Sûriyê digotin, niha li dijî fermandarê Tehrîr EL-Şam Abû Mihemed Colanî dibêjin û wêneyên wî dişewitînin.

Xwepêşanderê ji Babê Subhî Xebiye got, “Xwepêşandanan li bajarê Babê, Idlib, Ezaz, soran û Mari`ê destpê kirine, him li dijî Colanî û him jî li dijî Esed, her du wek hev in. Xwedê herduyan nehêle. Em ji Xûteya Rojhilat derbider kirin.”

Berî hefteyekê Desteya Tehrîr El-Şam ku ldlibê birêve dibe,  li gel grûpên Hemzat û Emşat êrîşa li ser  navçeyên di jêr destê Feyleqa sêyem a opozisyona Sûriyê  de destpê  kir û gelek navçe ji destên wê derxistin. Niha xelkê Ezaz, Bab û  navçeyên din ku Feyleqa Sêyem li wir dimîne ditirsin ku Desteya Tehrîr Elşam navçeyên wan jî kontrol bike.

Xwepêşanderê ji Babê Muhemed Abû Subhî anî ziman, “Îro li hemû navçeyên rizgarkirî xwepêşandan derketine, piştî êrîşên  Desteya Tehrîr El-Şam bo ser  van navçeyan . Îro xelkê Efrînê bang dikin xelkê Ezaz, Mari`, Soran û Babê da ku wan çeteyên ku derbasî bajarê Efrînê bûne derxin. Nûçe ji Efrînê dighên ber destê me ku çeteyên Tehrîr El-Şam derbasî malan dibin, xelkê digrin, mal, benzînxane û hemû cihên taybet û giştî talan  dikin.”

12ê vê mehê  Desteya Tehrîr El-Şam êrîş kir ser Feyleqa Sêyem a  ×pozisyona Sûriyê li navçeya Cindirêsa Efrîna Rojavayê Kurdistanê piştre ew navçe bajarê Efrînê û bajar kiontrol kir. Tevî ku Tehrîr El-Şam çekdarên xwe ji Efrînê ber bi Idlibê ve birin,  hîn jî hêzên xwe yên ewlekarî ku bi emna giştî tên naskirin li wir hiştine  jibo parastina ewlekariyê.