Amerîkayê êrişa li ser binkeya leşkerî ya Tenef piştrast kir

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê piştrast kir, ku binkeya leşkerî ya wî welatî ya li Tenef a li başûrê Sûriyê rastî êrişê hatiye hatiye. Wezareta Berevaniya Amerîkayê, Pentagon ragihand ku di êrişê de ti leşkerekî wan birîndar nebûye.

Fermandariya Navendî ya artêşa Amerîkayê ragihand, Binkeya Tenef li başûrê Sûriyê rastî êrîşeke plankirî ya balafirên bê pîlot hatiye.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, Bill Urban got, "Em dikarin piştrast bikin ku bingeha baregeha Al-Tanf li gorî raporên destpêkê bi zanebûn û bi koordîne rastî êrîşê hatiye. Di êrîşê de pergalên hewayî yên bêmirov hatin bikaranîn, ku bû sedema agirê nerasterast. ”

Bill Urban di wê êrîşê de kuştî û birîndar nebûne û ew li gel hevbeşên xwe lêkolînan dikin da ku bizanin ziyanên wan hene yan na.

Urban destnîşan kir, hêzên Amerîkayê ji mafê xwe dizanin ku di dem û cihê guncaw de bersivê bidin.

Heya niha ti aliyekî berpirsyaretiya xwe ji êrîşê ranegihandiye û Amerîka jî bi awayekî rasterast ti aliyek bi encamadana êrîşê tometbar nekriiye.

Pentangonê jî ragihandiye, ti leşkerekî Amerîkayê di êrîşa ser Binkeya Tenef de li başûrê Sûriyê birîndar nebûye.

Binkeya Leşkerî ya Tenef li başûrê Sûriyê li ser sînorê di navbera Iraq, Urdin û Sûriyê de ye, û ji sala 2016an ve ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve bo şerê dijî DAIŞê tê bikaranîn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan duh Çarşemê ragihandibû, ku di nava Binkeya Leşkerî ya Tenef de teqîn çê bûye û dabû xuyakirin, ku ew binke ji aliyê firokeyên bê firokevan hatiye bombebarankirin.

SOHR herwiha diyar kiribû, ku hêzên Mexawîr El-Suwar ku komeke çekdar a opozisyona Sûriyê ye û li navçeyeke bi rûbera 55 km li Tenefê ye, asta amadebaşiya xwe zêde kirine.