Îran vê carê jî dixwaze pêşengên Kurd werin teslîmkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hat gotin ku rêveberiya Tahranê di çarçoveya Rêkeftina Ewlehiyê ya navbera Îran û Îraqê de ji bo girtin û radestkirina “pêşengên Kurd ên mixalif” lîsteyek amade kiriye û daye rayedarên daraza Bexdayê.

Li gorî ajansa IRNAyê, rayedarên Îraq û Îranê li Bexdayê di civîna “Lijneya Darazê ya Hevpar a Têkoşîna li dijî Terorê”de hatin cem hev.

Cîgirê Serokê Dezgeha Dadweriyê ya Îranê Kazim Xerîbabadî û Serokê Dezgeha Çavdêriya Dadweriyê ya Îraqê Leys Cebr Hemze pêşengiya civînê kir.

Di civînê de li dijî partiyên mixalifê Îranê yên wekî, “Komele, KDP-Î, PJAK, PAK, Xebat, Rêxistina Mucahîdên Gel û DAIŞê”, “Mutabakata Têkoşîna li Dijî Terorê” hat îmzekirin.

Îranê lîste da

Li aliyê din, IRNAyê di nûçeya xwe ya ku ji malpera Al-Malalayê wergirtiye de got ku “Tahranê lîsteyek daye Bexdayê ku tê de navên serokên rêxistinên Kurdan rêz kirine.”

IRNAyê eşkere kir ku di lîsteyê de navê 38 kesan û dosyayên wan ên darazê hene.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî, 19ê Adarê li Bexdayê rêkeftinek îmze kiribû.

Ev rêkeftin, di çavdêriya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî de hatibû îmzekirin.

Li gorî xaleke vê rêkeftinê, divê hêzên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji sînorê di navbera Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê werin dûrxistin.

Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên jî 13ê Îlonê çûbû Tehranê û ragihandibû ku ew gihiştine qonaxa dawiyê ya vê rêkeftinê.

“Hatine bêçekkirin”

Fuad Husên di axaftina xwe de wiha gotibû:

“Grûpên cuda yên li ser sînorê Îran û Îraqê hatine bêçekkirin. Kamp hatine avakirin û dê ev kamp bibin kampên penaberan.

Ev kamp dê di paşerojê de ji aliyê Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî yan jî civaka navneteweyî ve bên birêvebirin.”

Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Rêkeftina Ewlehiyê ya Îran û Îraqê jî ragihandibû ku “grûpên çekdar hatin bêçekkirin û ji sînor hatin dûrxistin.”