Ji bo welatiyên Sûriyeyê hişyarî: Divê heta 24ê Îlonê ji Stenbolê derkevin

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyên Sûriyeyê yên ku navên wan li bajarekî din hatine tomarkirin divê heta 24ê Îlonê ji Stenbolê derkevin

Hinek welatiyên Sûriyeyê yên ku navên wan li bajarekî din hatine tomarkirin, di çarçoveya parastinê de li Stenbolê dimînin.

Serokatiya Navenda Koçê ya Tikriyeyê ragihand, divê ev welatiyên Sûriyeyê herin wan bajarên ku navên wan lê hatine qeydkirin.

Serokatiya Navenda Koçê ragihand ji bo ev kes ji Stenbolê herin roja dawî 24ê Îlonê ye.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Navenda Koçê, heke ew kes heta 24ê Îlonê ji Stenbolê neçin dê werin cezakirin.

Mexdûrên erdhejê dikarin demeke din bimînin

Di heman demê de kesên ku erdhejên 6ê Sibatê bandor li wan kiriye heta hişyariyeke din dikarin li Stenbolê bimînin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Navenda Koçê, Parêzgeriya Stenbolê ev hişyariya xwe 28ê Tîrmehê dabû.

Serokatiya Navenda Koçê herwiha da zanîn ku welatiyên Sûriyeyê yên ku divê heta 24ê Îlonê ji Stenbolê derkevin lazim e ji bo derketina ji bajêr serî li Rêveberiya Navenda Koçê ya Stenbolê bidin û belgeya destûrê wergirin.