Îsraîlê êrişî Hizbulahê kir: 4 kuştî

21-08-2024
Nîşan Îsraîl Hizbulah Êriş Kuştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hizbulahê ragihand ku li başûrê Libnanê 4 endamên wan di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin.

Hizbulahê bi rêya hesabê xwe yê Telegramê daxuyand ku her 4 endamên wan di êrişa hewayî ya Îsraîlê de hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê kesên hatine kuştin ev in: Red Elî Xetab, Ziyad Mihemed Qaşmer, Elî Ehmed Deqmeq û Mihemed Xazî Şahîn.

Hejmara Hizbulahiyên kuştî bû 421

Hejmara Hizbulahiyên ku ji 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin gihişt 421ê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst