Îsraîlê di heman şevê de Yemen û Libnan bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê doh bi şev Yemen û Libnan bombebaran kirin.

Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike ragihand ku Îsraîlê êrişî bajarê Hudeydeyê kiriye û 3 kes mirine, 87 jes jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya televîzyona “El Mesîra”yê ya girêdayî Hûsiyan, Wezareta Tenduristiyê ya Hûsiyan li ser mijarê daxuyniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrişa Îsraîlê de 3 kes mirine û 87 kes jî birîndar bûne.

Heriwha Birêveberê Nexweşxaneya Sevrayê ya bajarê Hudeydeyê di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku kesên ku di bombebrana Îsraîlê de birîndar bûne li nexweşxaneyên bajêr tên dermankirin.

Ji ber ku piraniya birîndarên ku di bombebaranê de bi giranî birîndar bûne îhtimal heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Balafirên Îsraîlê depoyên sotemeniyê yên li bendera Hudeydeyê bombebaran kiribûn

Li Libnanê depoya çekan hat bombebarankirin

Li aliyê din, li gorî nûçeya Ajansa Libnanê NNAyê artêşa Îsraîlê li bajarê Edlûnê yê bajarê Sûrê yê Libnanê depoeyke çekan bombebaran kiriy.

Hat ragihandin di wê bombebaranê de jî herî kêm 3 kes hatine kuştin.

Balafirên şer ên Îsraîlê herwiha li bajarokên Şehabiye û El-Mecadil ên bajarê Sûrê jî bombebaran kirin.

Medyaya Îsraîlê jî ragihand ku êrîş bi qasî 30 kîlometreyî dûrî sînor hatiye kirin.

Di êrişeke dronî ya Hizbulaha Libnanê de li Girên Golanê 2 leşkerên Îsraîlê birîndar bûbûn.