Serokên Îsraîl û Filistînê serdana Tirkiyê dikin

21-07-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îsraîl Filistîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Filistînê Mehmud Ebbas bi armanca gotûbêja li ser mijarên navdewletî û navçeyê serdana Tirkiyê dikin.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku Serokê Filistînê Mehmud Ebbas roja Sêşemê 25ê Temûzê û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî roja Înê 28ê Temûzê serdana Tirkiyê dikin.

Li gor daxuyaniyê di heman hefteyê de serokên Îsraîl û Filistînê di rojên cûda de tên Tirkiyê û ligel Serokkomar Recep Tayyip Erdogan hevdîtinê dikin.

Hatiye ragihandin ku dê ligel her du serokan jî mijarên navdewletî û navçeyê bên gotûbêj kirin û derbarê peywendiyên Tirkiye-Îsraîl û Tirkiye-Filistînê de danûstandin bên kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst