Serokwezîrê Iraqê bi serdaneke du rojî gihîşt Tehranê

21-07-2020
RÛDAW
Nîşan Iraq Mistefa Kazimî Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê, Mistefa Kazimî di yekemîn serdana xwe ya bo derveyî welat de fermî de îro gihîşt Tehran a paytexta Îranê û dê bi berpirsên Îranê re hevdîtinan pêk bîne.

Serdana Mistefa Kazimî û şanda pê re bo Îranê dê du rojan berdewam be.

Wezîrê Enerjiyê yê Îranê, Riza Erdekaniyan li Balafirgeha Navdewletî ya Îmam Xumêynî pêşwazî li Kazimî û şanda pê re kir.

Hevdem li gel serdana Kazimî bo Tehranê, Serokê Jûra Bazirganiya Îran û Iraqê, Yehya Alê Ishaq ji ajansa fermî ya Îranê IRNA re ragihandiye, “Îran û Iraqê planek danîne bo zêdekirina pevguhertina bazirganî ya salane ya navbera xwe bo rêjeya 20 molyar dolarî û Kazimî li Tehranê derfet û zemîneya ji bo gihîştina bi wê armancê gotûbêj dike.”

Alê Ishaq herwiha daye xuyakirin, di serdana Serokwezîrê Iraqê bo Îranê de, “dê behsa deynên Îranê yên li cem Iraqê bihê kirin ku taybet in bi enerjî û elektrîkê û nêzîkî 3 milyar dolaran dibe û dê xişteyek bo dayîna wan bê danîn.”

Pêştir Serokê Fermangeha Ragihandinê ya Serokatiya Îranê, Elîriza Muezî jî ji ajansa ISNA re ragihandiye, “serdana Kazimî bo Tehranê bo dema du rojan dibe û şandeke bilind a siyasî û aborî li gel Kazimî ye ku ji wezîrên derve, petrol, elektrîk, darayî, berevanî, tendirustî û herwiha Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê pêk hatiye.”

Muezî herwiha daye xuyakirin, destpêkê Kazimî dê ji aliyê Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ve were pêşwazîkirin û “paşê dê şandên bilind ên herdu welatan bi amadebûna Cîgirê Serokomarê Îranê Ishaq Cehangîrî û Mistefa Kazimî dest bi danûstandinan bikin.”

Serokê Fermangeha Ragihandinê ya Serokatiya Îranê destnîşan kiriye, Serokwezîrê Iraqê di serdana xwe de, dê li gel Rêberê Îranê Elî Xaminêyî û Serokê Parlamentoya wî welatî Mihemed Baqir Qalîbaf jî hevdîtinan bike.

Serdana Mistefa Kazimî bo Îranê rojek piştî paşxistina serdana wî ya bo Siûdiyê tê, ku ji ber nexweşketina Şah Selman bin Ebdulezîz, ew serdan hatibû paşxistin, herwiha piştî du rojan ji serdana Wezîrê Derve yê Îranê bo Bexda û Hewlêrê tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst