Sîsî hişyarî da Tirkiye û hikûmeta Lîbyayê

21-06-2020
RÛDAW
Nîşan Ebdulfetah Sîsî\ Serokê Misrê Lîbya Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Misrê ragihand ku niha rewatiya şandina artêşa xwe bo Lîbyayê heye û dixwazin bi vê rêyê sînorên xwe yên ligel Lîbyayê biparêzin û herwiha rê li ber êrîşên ‘grûpên terorîst’ bigrin.

Piştî rûxana Muammer Qedafî di sala 2011an de, Lîbya bi ser du hikûmetan de dabeş bûye; Eniya rojava û rojhilat. Ji aliyê welatên biyanî ve herdu hikûmet hatine pirçekkirin û piştgiriya wan tê kirin. Di vê dawiyê de şerê navbera Lîbyayiyan dijwartir bûye û welatên biyanî jî piştgiriya xwe bo herdu hikûmetan zêde kirine.

Tirkiye ku piştîvaniya hikûmeta Wîfaqa Niştimanî ya Lîbyayê dike, dixwaze herdu bajarên Sirt û El Cefra vegerin bin kontrola hikûmetê ku niha di jêr kontrola Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê de ne.

Îbrahîm Kalin, Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê dibêje, “Hikûmeta Wîfaqa Niştimanî wiha difikire û em jî pişgiriya vê nerînê dikin ku divê hemû kes vegerin wan navçeyên di 2015ê de di destê wan de bûn, Sikhirat di destê wan de bû, li gor rêkeftina siyasî Sirt û El Cefra divê ji aliyê hêzên Hefter ve bên valakirin, ev helwêsta hikûmeta Wîfaqa Niştimanî ye.”

Ev nerîna Tirkiyê di demekê de ye ku Misir li dijî kontrolkirina van herdu bajara ye ji aliyê hikûmeta Wîfaqa Niştimanî ya Lîbyayê ve. Serokê Misrê hişyariyê dide Tirkiye û hikûmeta Wîfaqa Niştimanî ya Lîbyayê û dibêje eger êrîşî bajarê Sirt û El Cefra bikin, wê demê Misir neçar dibe rasterast destê xwe bixe nav karûbarê Lîbyayê û artêşê bişîne Lêbyayê.

Ebdulfetah Sîsî, Serokê Misrê radigihîne, “Bo her destêwerdaneke rasterast, niha dewleta Misrê rewatiya navdewletî wergirtiye, çi di çarçoveya bendên Neteweyên Yekbûyî de be, yan li ser bingehê take desthilata hilbijartî ya gelê Misrê be. Armanca vê destêwerdanê jî bo parastina sînorên rojavayê Misrê dibe ligel stratejiya rûbirûbûna gefên milîşiyayên terorîst û herwiha çeteyan.”

Hişyariya Misrê jî bo Tirkiye û hikûmeta Wîfaqa Niştimanî ya Lîbyayê di demekê de ye ku çend welatên din jî li dijî hewlên Tirkiyê ne bo kontrolkirina van du bajaran, di nav de jî Fransa ku herdu endamên NATOyê ne. Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê jî dibêje; “Em li Lîbyayê piştgiriya hêzeke rewa û ew jî piştgiriya serkirdeyekî şerê ne rewa dikin.”

Îbrahîm Kalin, Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê jî dibêje, “Li Lîbyayê, em piştgiriya hikûmeteke rewa dikin, Fransa jî piştîvaniyê li serkirdeyekî serbazî yê ne rewa dike, vê jî wiha kiriye ku asayîşa NATO, asayîşa Deryaya Spî û Efrîqa û herwiha aramiya siyasî ya Lîbyayê ji derb bixe. Ligel van hemuyan jî ew hê me şermezar dikin û rexneyan li me digrin.”

Nakokiyên welatan li ser Lîbyayê di demekê de ye ku Feyaz Serac serokatiya hikûmeta Wîfaqa Niştimanî dike û li navçeyên rojavayê Lîbyayê hikûmraniyê dikin û Tirkiye, Qeter û Îtalya piştgiriya wê dikin. Li rojhilatê Lîbyayê jî hikûmeteke din heye ku ji aliyê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi serokatiya Xelîfe Hefter ve hatiye damezrandin û Misir, Rûsya, Fransa, Urdin û Îmarat piştgiriya wê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst