Hemasê bertek li Nikki Haley nîşan da

Navenda Nûçeyan – Balyoza Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley daxwaz kiribû, ku Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê Hemas têkeve nav lîsteya terorê. Hemas bertek li vê daxwazê nîşan da.

 

Nikki Haley duh di rûniştina Konseya Asayîşa Neteweyên Yekbûyî de axivîbû û diyar kiribû, ku divê Hemas têkeve nav lîsteya terorê û welatên ku piştgirî didin Hemasê divê werin cezakirin.

 

Ji aliyê Berdevkê Hemasê Ebduletîf El Qanû ve îro daxuyaniyeke nivîskî hat û di daxuyaniyê de Hemasê destnîşan kiriye, ku daxwaza Balyoza Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley “metirsîdar” e.

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, xwesteka ku Hemasê têxe nav lîsteya terorê, bi awayekî aşkere helwesteke nijadperestî ye û hatiye gotin: “Ev daxuyaniya ku alîgiriya rejîma Siyonîst dike, înkarkirina mafê berxwedana gelê Filistînê ye ku Îsraîla dagirker dest danîne ser xaka wan, bi ser zarokên wan de mirinê dibarîne û li dijî wan terorê dike.”

 

Weke din di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin: “Hemas li dijî dagirkeriyê, tevgera rizgariyê ya niştimanî ye. Hemû hewldanên pevxistina Hemasê bi terorê, bi têkçûyînê re dê bi encam bibin.”