Îsraîl: Me fermandarekî Hizbulahê kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li başûrê Libnanê di operasyoneke hewayî de fermandarekî Hizbulahê kuştiye.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku navê wî fermandarî Qasim Efîf Seqlawî ye û ew berpirsê yekîneya mûşek û roketan bûye.

Li hêla din, hat destnîşankirin ku Qasim Efîf Seqlawî li nêzîkî bajarê Surê yê li başûrê Libnanê hatiye kuştin.

Hizbulahê mirina wî piştrast kir

Hizbulahê jî bi daxuyaniyeke nivîskî kuştina Qasim Efîf Seqlawî piştrast kir lê ti hûrgilî nedan.

Ji 8ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve di êrişên Îsraîlê de 307 çekdarên Hizbulahê hatine kuştin.