Agirbesta navbera Hemas û Îsraîlê kete warê cîbicîkirinê

21-05-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agirbesta rawestandina şer di navbera Îsraîl û Hemasê de, ji demjimêr 02:00 nîveşevê ve kete warê cîbicîkirinê û piştî 11 rojan şer, Filîstînî û Îsraîliyan şeveke aram derbas kirin.

Şeva bihorî piştî 11 rojan şer, bi navbênkariya Misir û Amerîkayê, her yek ji Îsraîl û Tevgera Hemas a Filistînê razî bûn ku agirbestê rabigihînin û îro demjimêr 2 serê sibehê agirbest bi fermî kete warê cîbicîkirinê.

Berî çend xulekan ji agirbestê, grûpên çekdar ji Xezze çend rokêt ber bi başûrê Îsraîlê ve avêtin ku wê jî bersiva wan da.

Li gor daxuyaniyeke ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Binjamin Natenyahu, Encûmena Wezîran bi piraniya dengan û li ser raspardeya hemû berpirsên ewlekariyê, destpêşxeriya Misirê ya rawestandina bê merc a şer û ragihandina agirbestê qebûl kiriye.

Berpirsên Tevgera Hemas û Cihaha Îslamî jî bi daxuyaniyên cuda razîbûna xwe li ser agirbestê ragihandin û diyar kirin, ku agirbest ji demjimêr 02:00 roja Înê dikeve warê cîbicîkirinê.

Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirustiya Filistînê, di 11 rojên şer de 213 Felestînê hatine kuştin, di nava wan de 65 zarok û 36 jin hene, herweha 1 hezar û 900 kesên din jî birîndar bûne.

Herweha li Îsraîlê jî di encama êrişên mûşekî yên Hemasê de 12 kes hatine kuştin, di nava wan de 2 zarok hene, û 336 kes jî birîndar bûne.

Piştî ragihandina agirbestê, xelkê Xezzeyê û alîgir û berprisên Tevgera Hemas derketin cadeyan û kêfxweşiya xwe li hember ragihandina agirbestê nîşan dan.

Hemas û berprisên wê, ragihandina agirbestê weke serkeftina xwe bi nav dikin.

Berpirsekî pilebilind ê Hemasê ku daket meydanê di nava xelkê de argihand, Îsraîl di rûxandina jêrxana leşkerî ya Tevgera Hemas de serkeftî nebûye.

Aloziyên wê dawiyê yên navbera Hemasê û Îsraîlê ji roja 10ê Gulanê ve destpê kirin, dema ku Îsraîlê li dijî xwepêşanderên taxeke li rojhilatê Orşelîm-Qudsê hêz bi kar anî. Xelkê taxa Şêx Cerrah a Orşelîm-Qudsê li dijî biryara dadgeheke Îsraîlê ku biryar daye hin malên Filistînî di berjwendiya niştecihên Cihû de bên valakirin, dest bi xwepêşandanê kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst