Erdogan û Herzog peywendiyên Tirkiye-Îsraîlê gotûbêj kirin

21-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi têlefonê bi Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog re axivî û peywendiyên Tirkiye-Îsraîlê gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, di peywendiya duh êvarê çêbû de peywendiyên Tirkiye-Îsraîlê hatin gotûbêjkirin.

Serokomarê Îsraîlê Herzog di axaftina xwe e  meha remezanê pîroz kir, Erdogan jî Cejna Bêhevîrtirşk a Mûsewî di nîsanê de îdraq dikin, pîroz kir.

Erdogan, ji ber hevkarî û piştgiriya ku Îsraîlê di erdhejê de kir, sipasiya Herzog kir û bal kişand ku ew dixwazin peywendiyên Tirkiye-Îsraîlê xurtir bibin.

Serokomarê Tirkiyê ji Herzog re got ku di van rojên ku meha remezanê nêzik dibe de, pir girîng e ku destûrê nedin gef û metirsiyên dijî statûya Mescida Eqsayê.

Erdogan her wisa sipasiya Herzog kir ku ji bo parastina sikûnet û statûkoyê di hewlên xwe da berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst