Wezîrê Derve yê Iraqê: Sûdanî û Erdogan dê mijara Şengalê gotûbêj bikin

21-03-2023
RÛDAW
Wezîrê Derve yê Iraqê: Sûdanî û Erdogan dê mijara Şengalê gotûbêj bikin
Wezîrê Derve yê Iraqê: Sûdanî û Erdogan dê mijara Şengalê gotûbêj bikin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên derbarê serdana Serokwezîrê Iraqê ya bo Tirkiyê de ragihand ku Sûdanî dê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan mijara Şengalê gotûbêj bikin.

Duh li paytexta Belçîka bajarê Brukselê, şandeke bi serokatiya Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jan Stoltenberg civiya.

Fusan Husên derbarê hevdîtinê de ji nûçegihana Rûdawê Ala Şalî re axivî.

Iraq û NATO hevkariya leşkerî dikin

Husên amaje bi wê yekê jî kir, ku wan ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê û endamên me rewşa ewlehiya Iraqê û herêmê kir û got ku wan û tekezî li ser mijarên perwerdeya leşkerî, şêwirmendî û berfirehkirina hemahengiya di navbera NATO û Iraqê de kirine.

Husên da zanîn ku wan mijara ku NATO perwerdeya leşkerî bide Polîsên Federal ên Iraqê ku berê di şerê li dijî DAIŞê de rol lîstiye, gotûbêj kirine.

Sûdanî dê li Enqerê bi Erdogan re bicive

Şandeke bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya El Sûdanî îro serdana Enqerê dike.

Derbarê vê serdanê de Husên eşkere kir ku serdan li ser vexwendina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêk tê û got: “Têkiliyên ewlehiyê yên di navbera Bexda û Enqeê de, mijarên Şengal û avê, dê bên gotûbêjkirin.”

Bûyera ketina helîkoptera li Duhokê

Wekî ku Nasir Elî dibêje, wî agahî ji karbidestên peywendîdar wergirtiye û tê pêşbînîkiri ku wan kesan di encama ketina "du helîkopteran" ên roja Çarşemê de canê xwe ji dest dabin.

15ê Adara 2023an de li nahyeya Çemankê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya Duhokê helîkopterek ketibû xwarê, 9 kesan tê de canê xwe ji dest dabûn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandibû ku 2 helîkopterên ku di nav de endamên Yekîneyên Antî Teror (YAT) jî hene ku ji bo perwerdeyê ji Rojavayê Kurdistanê çûbûn Silêmaniyê, ji ber şert û mercên hewayê ketine xwarê. HSDê destnîşan kir ku di her du helîkopteran de 9 şervanên bi fermandariya fermandarê Yekîneyên Antî Teror Şervan Kobanê canê xwe ji dest dane.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi tenê helîkopterekê ketî xwarê kiribû û gotibû helîkopter "bi eslê xwe ji aliyê komeke di nava YNKÊ de hatine kirîn, lê em nizanin çawa gihiştine destê HSDê.”

Fuad Husên got, hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê bi hev re lêkolînê li ser wê bûyerê dikin û kar dikin ku di zûtirîn dem de wê mijarê zelal bikin.

Dosyaya petrol û gazê

Wezîrê Derve yê Iraqê herwiha diyar kir ku wan bi wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê re jî li ser mijara petrol û gazê ya Iraqê gotûbêj kirine.

Husên destnîşan kir ku wan bi endamên Yekîtiya Ewropayê re gotûbêj kiriye ka ew çawa dikarin bi rêya kompaniyên xwe weberhênanê li sektora petrol û gazê li Iraqê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst