Beşar Esed piştî 12 salan serdana Omanê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyê Beşar Esed di çarçoveya asayîkirina peywendiyên Sûriyê û welatên Erebî de, serdana Selteneta Omanê kir. Ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê ve ev cara yekem e ku Beşar Esed serdana welatekî kendavê dike.

Li gor ajansa fermî ya dewleta Sûriyê SANA; Beşar Esed roja Duşemê bi serdanekê çûye welatê Omanê û li Mesqet a paytexta Omanê bi Sultanê Omanê Heysem Bin Tariq re li Koşka El Bereke El Amir civiyaye.

Wezareta Derve ya Omanê jî êvara Duşemê derbarê serdana Esed de daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye, Sultanê Omanê Heysem Bin Tariq re li Koşka El Bereke El Amir bi Serokê Sûriyê re civiyaye.

Serdan û hevdîtina yek rojî ya Esed bi Sultan Heysem bin Tariq re du hefte piştî erdheja 6ê Sibatê tê, ku bû sedema wêya hejmarek welatên erebî piştî zêdetir ji deh salan guh nedin nakokiyên xwe û hikûmeta Sûriyê û alîkariyan pêşkêşî wî welatî bikin.

Wezareta Derve ya Omanê dibêje, Bin Heysem careke din hevxemiya xwe bo Serok û gelê Sûriyê nîşan da.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Omanê, her du serokan behsa pirsgirêkên herêmî û peywnediyên du alî yên di navbera xwe de kirine, berî ku civîneke girtî saz bikin.

Berovajî welatên kendavê, Omanê peywendiyên xwe yên dîplomatîk yên bi Sûriyê re bi temamî qut nekirine. Di vê derbarê de, Wezareta Derve ya Omanê dibêje, Esed pesnê rola hevseng a Omanê di salên bihorî de daye .

Oman dibêje, Divê li ser esasê hurmeta hev têkilî bên xurtkirin.

Komkara Erebî ji sala 2011ê ve endamtiya Sûriyê rawestandiye û hin welatên erebî di nav de Erebistana Siûdî jî pêwendiyên xwe ligel Sûriyê qut kirine.

Di sala 2018an Îmarat û Behreynê jî têkiliyên xwe bi rejîma Esed re normal kirin

Sala borî, Esed serdana Îmaratê kir û ew serdan bû yekem serdana wî bo derveyî welat ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve.