Urdun: Ev şerê cîhanê yê sêyem e

21-02-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Urdunê, Nasir Cûde şerê li dijî DAIŞê wek şerê cîhanê yê sêyem bi nav dike û dibêje, divê Misilman û welatên erebî li dijî wê rêxistinê rawestin.

Cûde di civîna xwe ya ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry li Washingtonê de ragihand: “Tevî ku em li dijî DAIŞê radiwestin, lê bê alîkariya welatên din yên cîhanê em nikarin şerê DAIŞê bikin.”

Wezîrê Derve yê Urdunê herwiha xwest welatên hevpeymaniyê bi awayekî berdewam piştgiriya wan hêz û aliyan bikin ku şerê DAIŞê dikin.

Cûde di axaftinên xwe de DAIŞ wek şeytan bi nav kir û ragihand ku, “Pêwîst e hewlên ku ji bo têkbirina DAIŞê tên dayîn, cidî bin. Ji ber ku şerê li dijî DAIŞê şerê cîhanê yê sêyem e.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, John Kerry jî ji aliyê xwe ve ragihand: “Kêm welat hene ku di nava hevpeymaniya li dijî DAIŞê de wek Urdun aktîv û çalak in.”

Kerry herwiha diyar kir ku piştgiriya Amerîka ji bo Urdunê wê berdewam be.

Tê zanîn ku piştî şewitandina pîlotê udunî Muaz Kesaysa ji aliyê rêxstina DAIŞê ve, Urdun operasyonên xwe li dijî DAIŞê zêdetir kir û rojane li navend û çeperên wan dide.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst