Li kampa penaberan teqînek qewimî

Navenda Nûçeyan - Li kampeke penaberan a li ser sînora Urdin û Sûriyê teqînek qewimî.

 

Hat ragihandin ku di teqîna ku li ser sînora Urdin û Sûriyê de qewimiye, 4 kes jiyana xwe ji dest dane.


Ajansa nûçeyan a fermî ya Urdinê Petra eşkere kir ku teqîn li kampa Rukbanê qewimiye.


Berpirsyar dibêjin ku ew ditirsin hejmara miriyan zêde be.