Erdogan: Eger Amerîka ji Sûriyeyê vekişe em amade ne
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, eger Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê vekişe ew ji bo rewşa nû amade ne ku dê piştî vekişînê derkeve holê.
Erdogan dema vegera ji Brezîlyayê di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivandin.
“Divê Sûriye jî hewl bide”
Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku divê Sûriye jî li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi wan re bixebite û ragihand:
“Tehemûla me ji wan rêxistinên li derveyî sînorê me re nîne ku ji bo welatê me gef in.
Em çi qasî hewl didin vê çiravê (YPG) ziwa bikin, divê bi heman awayî birêvebiriya Sûriyeyê jî hewl bide.”
“Em amade ne”
Erdogan derbarê egera vekişîna Amerîkayê ya ji Rojavayê Kurdistanê anî ziman:
“Em ji bo rewşa nû ya ku dê piştî vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê derkeve holê û rastiya niha amade ne.
Ewlehiya me ya neteweyî li pêşiya hemû tiştî ye.
Em hewl didin vê atmosfera li Sûriyeyê veguherin rewşeke ku di sûda herêmê de be û em bi Rûsyayê re jî hevdîtinên pêwîst dikin.”
“Derdê me ev e...”
Recep Tayyîp Erdogan Erdogan diyar kir ku di navbera wî û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî de jî ti cudahî nînin û daxuyand:
“Di navbera me de lihevnekirin, nakokî û cudahiyên fikrî nînin. Tifaqa me qewîn e û bi yekîtiya dilan hatiye avakirin.
Derdê me ev e, em ti carî dev ji wê kûrahiya 30 kîlometreyî ya li Sûriyeyê bernadin.”