Li Xezeyê herî kêm 5 hezar zarok hatine kuştin

20-11-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Xeze Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Perwerdeyê ya Filistînê ragihand ku di encama êrişên artêşa Îsraîlê de, ji 7ê Çiriya Pêşîn ve zêdetirî 5 hezar zarok hatine kuştin ku piraniya wan xwendekar in.

Wezareta Perwerdeyê ya Filistînê bi minasebeta “20ê Çiriya Paşînê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê” daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Wezareta Perwerdeyê ya Filistînê ragihand:

“Li Xezeyê ji 7ê Çiriya Pêşîn ve di encama êrişên Îsraîlê de, herî kêm 5 hezar zarok hatine kuştin. 3 hezar ji wan xwendekar in."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Şerîaya Rojavayê, 23 xwendekar hatine kuştin.

Wezareta Perwerdeyê ya Filistînê, ji bo kesên ku di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin got: “Her kesayetek li pey xwe çîrokek, xeyalek û hêviyek hişt.”

Wezareta Perwerdeyê ya Filistînê bangî hemû sazî û rêxistinên ku mafên zarokan û perwerdehiyê diparêzin kir û got:

“Di çarçoveya hiqûqa xwe de berpirsyariyên xwe bi cih bînin û li dijî binpêkirin û tawanên ku zêde dibin bisekinin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst