Ahmet Davutoglu piştgirî da êrîşa li ser Rojava

20-11-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Ahmet Davutoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, ji bo operasyona nû ya artêşa Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê peyama piştgiriyê weşand.

Ahmet Davutoglu li ser hesaba xwe ya di tora civakî ya Twitterê de derbarê operasyona esmanî ya artêşa Tirkiyê ya nû peyamek weşand û piştgirî da operasyonê.

Davutoglu di peyama xwe de dibêje, “Di operasyona dervayî sînor de ku li dijî gefa terorê ya li ser welatê me hat destpêkirin, ji hêzên me yên çekdar ên qehreman re serkeftinê dixwazim. Xwedê Mehmetçiyên (leşkerên) me biparêze.”

 

Artêşa Tirkiyê şevê din operasyoneke nû ya esmanî bo ser hin navçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê bi navê “Operasyona Pence Şûr” dest pê kir û firokeyên şer ên Tirkiyê li her du aliyan gelek cih bombebaran kirin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê Twîtterê got: "Êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê çeperên leşkerî yên hêzên hikûmeta Şamê li Kazali, Til Rifet û Zirganê yên li gundewarên rojhilatê Girê Spî kirin armanc."

Ferhad Şamî herwiha diyar kir, gundê Bêloniyê ku herî zêde welatiyên ji Efrînê reviyayî lê dijîn û gundê Dahir Ereb ku koçberên Kobaniyê lê dijîn bûne hedefa êrîşên balafirên şer.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst