Fuad Husên: Iraq hewla cîbicîkirina aramiyê li Sûriyê dide

20-11-2021
Li Paytexta Behrên bajarê Mename, Foruma Mename birêve çû, têde gelek mijarên girêdayî rewşa Sûriyê û navaçeyê hatin gotûbêjkirin
Li Paytexta Behrên bajarê Mename, Foruma Mename birêve çû, têde gelek mijarên girêdayî rewşa Sûriyê û navaçeyê hatin gotûbêjkirin
Nîşan Fuad Husên Foruma Mename Iraq Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin  li Foruma Mename di gotara xwe de got, piştevaniya Amerîkayê ji bo hevbeşên wê yên li Iraq û Rojavayê Kurdistanê dê berdewam be. Wezîrê Derve yê Iraqê, Fuad Husên jî, tekezî li ser helwesta Iraqê kir, ji bo bicihkirina seqamgîriyê li Sûriyê û vegera wî welatî bo nav Komkara Erebî.

Li Paytexta Behrên bajarê Mename, Foruma Mename birêve çû, têde gelek mijarên girêdayî rewşa Sûriyê û navaçeyê hatin gotûbêjkirin. Li Foruma Menameya, ku Tora Medyayî ya Rûdawê ew rûmal kiriye, gotûbêj derbarê gelek tewereyên girêdayî rewşa navçeyê, di nav de jî Sûriye, hatin kirin.

Di wê forumê de, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin, di gotara xwe de, nîşan bi wê yekê da, ku piştevaniya Amerîkayê ji bo hevbeşên wê yên li Iraq û Sûriyê wê berdewam be. Wezîrê Derve yê Iraqê, Fuad Husên jî, tekezî li ser helwesta Iraqê kir, ji bo bicihkirina seqamgîriyê li Sûriyê û vegera wî welatî bo nav Komkara Erebî.

Wezîrê Derve yê Iraqê, Fuad Husên got: “Hikûmeta Iraqê tekeziyê li ser hevahengiyê ligel hemû  aliyan dike, li navçeyê ji bo cîbicîkirina aramiyê li Sûriyê û careke din vegere nava Komkara Erebî.”

Mijara koçberan jî yek ji tewereyên gotûbêjan bû. Di vê derbarê de Cîgirê Serokwezîrê Urdinê Eymen Sefedî nîşan bi wê yekê da ku milyonek û 300 hezar koçberên Sûrî li Urdinê hene.

Cîgirê Serokwezîrê Urdunê Eymen Sefedî jî got: “Urdin duyem welat e di cîhanê de, koçberan vedihewîne, %35 ji nişteciyên wê penaber in. Tenê ji Sûriyê 1.3 milyon kes li cem me hene, 662 hezar ji wan li cem UNHCR hatine tomarkirin, yên din, ne tomarkirî ne, me derdora 200 hezar derfetên kar ji bo penaberên Sûrî peyda kirine, 133 hezar zarokên Sûrî li cem me diçin dibistanan, stratejiyaya me, ji despêkê ve, alîkarîkirina penaberan û parastina jiyana wan e.  %50 ji penaberên Sûrî yên li Urdinê li jêr 15 salî ne, wate Urdin take welat e, ku wan heta niha nas kiriye.”

Li Foruma Menameyê mijarên girêdayî Sûriyê, beşekî berfireh ji gotûbêjan girtibû, bi taybetî derbarê aramî, asayiş û koçberan, lê her rewş wî welatî, di dehemîn sala krîzê de, weke xwe maye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst