Artêşa Îraqê pêgehên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê topbaran dike

20-11-2018
RÛDAW
Hinek pêhegên DAIŞê li derdora Qaim mane
Hinek pêhegên DAIŞê li derdora Qaim mane
Nîşan Iraq Sûriye Qaim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Salek e bajarokê Qaîm ê ser sînorê Iraq û Sûriyê ji destê DAIŞê hatiye derxistin, lê rojane xelkê navçeyê dengê bordûmanê dibihîzin.

 

Xelkê Qaîm li benda destpêkirina projeyên nûjenkirinê ne, lê berpirs heta niha jî DAIŞê wek metirsiyeke mezin bo ser bajarok dibînin û dest bi projeyan nakin.

 

Derbarê vê yekê de Fermandeyê Artêşa Iraqê Li Qaîmê Qasim Mihemed wiha got: “"Ew li wan cihan hatine dorpêçkirin ku em wek veşartgeh binav dikin, piraniya terorîstên li wê derê Iraqî ne, endamên paye bilind ên DAIŞê li wê derê ne. Em jêre dibêjin pêgehê dawî yê çekdarên DAIŞê li ser sînorê Iraq û Sûriyê. Lewra bo me gelekî girîng e li wê navçeyê dijminê xwe têkbişkînin."

 

Qaîm berê rêya bazirganî ya navbera Bexda û Şamê bû, lê vegera DAIŞê û êrîşên çeverênekirî wiha kiriye ku Hêzên Hevpeyman bi hevahengiya ligel Artêşa Iraqê berdewam pêgehên wê grûpa çekdar bikin armanc. Fermandarên leşkerî yên Iraqê dibêjin, çekdarên DAIŞê li sînorê Sûriyê veşartgehan çêdikin û li aliyê Iraqê jî ew bi ti awayekî nahêlin xwe veşêrin.

 

Qasim Mihemed herwiha got: “"Me gelekî hewl daye bo têkşikandina dijmin li nêzîkê sînorên me, bandora wan li ser sînorên me, xelkên sivîl û xelkê Iraqê bi giştî heye, lewra me hewlên xwe bi tevahî xistine tevgerê, me êrîşên esmanî kirine, topavêj bikaranîne, rûbirûyê wan bûne, her dema dijmin li sînorê navbera Iraq û Sûriyê rûbirûyê me bibe, em dê bi hemû şiyan û corên çekan wan têkbişkînin."

 

Serokwezîrê Iraqê dibêje, nêzîka 2 hezar çekdar li ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê hene, piraniya wan Iraqî ne û metirsî heye ligel vegera wan tevlîhevî û alozî li welat belav bibe. Hewldanên revandin û kuştinê car car li parêzgeha Enbar belav dibin ku Qaîm jî li xwe digire. Hefteya derbasbûyî DAIŞê li Enbar êrîşek bir ser malbateke berpirsekî ewlekariyê û 9 endamên wê malbatê kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst