Tirkiyeyê 455 koçberên din ên Sûriyeyî dersînor kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyeyê 455 koçberên Sûriyeyî yên din bi rêya deriyên Bab el-Hewa û Girê Spiyê dersînorî Sûriyeyê kirin.

Li gorî ofîsên deriyên Bab el-Hewa û Girê Spiyê, Tirkiyeyê 455 koçberên din ên Sûriyeyî bi rêya van her du deriyan dersînor kirin.

Tirkiyeyê 55 koçber ji wan bi rêya Deriyê Girê Spiyê yê li bakurê Reqayê radestî grûpên çekdar kirin.

130 koçber jî bi rêya Deriyê Bab el-Hewayê yê li bakurê Îdlibê radestî Desteya Tehrîr el-Şamê hatin kirin.

Tirkiyeyê, 19ê Çiriya Pêşînê jî bi rêya Deriyê Bab el-Hewayê 270 koçberên Sûriyeyî radestî Desteya Tehrîr el-Şamê kiribûn.