Grûpên nêzîkê Tirkiyê navçeyên HSD û yên hikûmeta Sûriyê mûşekbaran dikin

20-08-2022
RÛDAW
Duh, bajarê Babê yê Helebê hatibû topbarankirin, di encam de 14 kes hatibûn kuştin, 30 kesên din jî birîndar bibûn.
Duh, bajarê Babê yê Helebê hatibû topbarankirin, di encam de 14 kes hatibûn kuştin, 30 kesên din jî birîndar bibûn.
Nîşan Sûriye Rojavayê Kurdistanê Çekdarên Opozisyona Sûriyê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên nêzîkî Tirkiyê xwe ji bo êrîşkirina ser navçeyên bakurê Helebê ku di bin kontrola hêzên Hikûmeta Sûriyê û hêzên Kurdî de ne amade dikin, Çekdarekî opozisyonê dibêje, wek bersivekê li ser topbarankirina bajarê Babê wan bi rokêtan êrîşî HSD û hêzên Hikûmetê kirine.

Duh, bajarê Babê yê Helebê hatibû topbarankirin, di encam de 14 kes hatibûn kuştin, 30 kesên din jî birîndar bibûn.

Grûpeke opozisyona Sûriyê ya nêzîkê Tirkiyê, li gundê Ezreqê li bakurê rojhilatê Helebê, mûşekên grad amade dikin û dibêjin ew dê bi van mûşekan firokxaneya Kwêris li rojhilatê Helebê bikin armanc, ku di destê Hêzên hikûmeta Sûriyê de ye, li gel navçeyên di destê hêzên Kurdî de li gundewarên Helebê.

Çekdarê Opozisyonê Sûriyê Yûsif Abû Bera dibêje: “Me partiyên cûdaxwaz û hêzên rêjîma tawankar kirin armanc, wek bersivdan li ser armanckirina birayên me yên sivîl li bajarê Babê.”

Roja Înê 19ê Tebaxê bajarê Babê ku di destê grûpên nêzîkê Tirkiyê de ye li bakurê rojhilatê Helebê bi çend mûşekan hatibû armanckirin, di encam de nêzîkî 14 kesan hatibûn kuştin û 30 kes jî birîndar bûbûn. Ew grûpên çekdar hêzên hikûmeta Sûriyê û HSDê bi wan êrîşan tohmetbar dikin.

Yûsif Abû Bera herwiha got: “Em dê bi berdewamî grûpên PKK, PYD û hêzên rêjîmê bikin armanc û bersiva wan bidin li ser kuştina xelkê me yê sivîl daku axa xwe ji wan rizgar bikin.”

Sala 2016an artêşa Tikriyê  ligel grûpên opozisyona Sûriyê yên nêzîkî wê bi êrîşa bi navê Mertala Firatê beşek ji navçeyên bakur û rojhilatê Helebê kontrol kirin, herwiha di 2018an de jî bi êrîşa bi navê Çiqlê Zeytûnê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê û gundewarên wê dagîr kirin û ji wê demê ve gelek caran şer û pevçûn di navbera wan û Hêzên Kurdî de derketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst