Galeriya wêneyan

20-08-2018
17 Photos
RÛDAW

AFP – Îro Duşem (20-08-2018) ku roja “Erefe” ye, nêzîkî 2 milyon hecî ji bo pêkanîna mezintirîn erkê ferz ê hecê diçin ser Çiyayê Erefe.

Roja 9emîn a meha Zîlhîce de ziyaretkarên hecê berê xwe didin Çiyayê Erefe. Piştî Erefe jî serdana Muzdelîfe dikin û ew jî şeva nehem a ser roja 10emîn a Zîlhîce dibe.

Ji roja 10emîn a Zîlhîce de hecî êdî diçin Mîna û rêwresma “Cemerat” cîbicî dikin.

Lîjneya Bilind a Hecê ya Siûdî ya ser bi wezareta navxwe yaw î welatî di ber rêkxistin, rêveberin, parastina ewlekariyî û  xizmetguzariya heciyan de berpirs e.

Hec yek ji pênc payeyên ola îslamê ye, mislimanên di warê darayî û tenduristiyê de rewşa wan baş be li ser wan ferz e di jiyana xwe de carekê serdana Mala Xwedê bikin.

Îsla ji Herêma Kurdistanê 5 hezar û 469 ji bo pêkanîna vê erkê serdana Meke û Medîneyê kirine.