Jina Kurd a Cihû ji ber mêr reviya

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê jina Kurd a Cihû, ji ber gefên mêrê xwe reviya û xwe gihande Îsraîlê.

 

Li gorî nûçeyên medyaya Îsraîlê jina bi navê Lîza Mûstear, ji ber mêrê wê gefa radestkirina DAIŞiyan kiriye, reviyaye Îsraîlê.

 

Malbata Lîzayê ku Avrahamî ne û di sala 1950yê de ji Kurdistanê koçê Îsraîlê kirine, pêşwazî li wê kirine.

 

Televîzyona Channel 2 ya Îsraîlî ragihand ku “dayika 4 zarokan Lîzayê, ji bo çûna Îsraîlê li ser rêya Tirkiyê, rêwîtiyek zor û zehmet daye pêşiya xwe.”

 

Lîzayê jî derbarê serpêhatiya xwe de ji medyaya Îsraîlê re gotiye, “Zilamê ez li gel zewicîbûm Misilman bû. Bazirganek xwedan nêrînên sekûler bû. Lê paşî ket pey hizrên dundrew ên Îslamî û guvaş danî ser min da ku bi zorê ez jî weke wî bikin. Ji min re digot; eger tu nekî ezê te bidin destê DAIŞê.”

 

Bi alîkariya Cîgirê Wezîrê Hevkariyên Herîmî yên Îsraîlê Ebûb Kara, Lîzayê kariye pêwendî bi malbata xwe ya Îsraîlê re dayne.  

 

Wezîrê Navxwe yê Îsraîlê Aryeh Deri jî mijar şopandiye û daxwaz kiriye ku raste rast vîzeyê bidin Lîzayê.

 

Lîzayê herwiha gotiye, “Ewlekariya canê min nebû. Dixwest weke jinên Misliman pabendê Qur’anê bim, nexwe dê ez radestê DAIŞê bikirama. Ji ber vê yekê pir ditirsiyam. Min bi çavê xwe dît ka çi li jinên Êzidî dikirin.”