Îsraîlê li Yemenê êrişî Hûsiyan kir

Hewlêr (Rûdaw) – Îsraîlê piştî êrişa duh a Hûsiyan a li Tel Avîvê, li bendera Hudeydayê ya li peravên Behra Sor a Yemenê êrişeke hewayî pêk anî.

Li bajêr gelek teqîn çêbûn.

Îsraîlê bi balafirên şer, êrişî Bendera Hudeydayê ya li peravên Behra Sor a di bin kontrola Hûsiyan (Tevgera Ensarullah) de kir.

Kanala televîzyonê ya El-Mesîreyê ya Hûsiyan ragihand ku bajarê Hudeydayê çend caran li pey hev hat bombebarankirin.

Depoyên sotemeniyê yên li bendera Hudeydayê bûne hedef.

Li ser medyaya civakî hat dîtin ku li nêzîkî bendera Hudeydayê teqînên bi hêz çêbûn û ji ber teqînê ewrekî reş rabû.

Li aliyê din, çavkaniyên Amerîkî yên li Îsraîlê re ji malpera Walla re axivîn û diyar kirin ku wî welatî êrişî bendera Hudeydayê ya Yemenê kir.