Parlamentoya Misirê rê da Sîsî hêz bişîne Lîbyayê

20-07-2020
RÛDAW
Nîşan Lîbya Misir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Misirê di civîna îro de biryara şandana hêzên leşkerî yên wî welatî bo nav axa Lîbyayê pesend kir.

Parlamentoya Misrê îro Duşemê 20ê Tîrmeha 2020 tezkereya ku rê bide Serokomarê Misre Ebdulfettah Sisî, leşkerên wî welatî rêbike nav axa Lîbyayê bi piraniya dengan qebûl kir.

Civîna îro ya parlamentoya Misrê bi girtî hate sazkirin û li gor biryara hate dayîn, desthilatê dide Ebdulfettah Sisî, ku hêza leşkerî bo “berevanîkirina asayişa niştîmanî ya wî welatî” bişîne derwey welat û hemû tedbîrên pêwîst bigire.

Li gor daxuyaniya Parlamentoya Misrê, hêzên wî welatî dê bersîva her êrişeke grûpên çekdar bide.

Ebdulfetah Sîsî pêştir di civîna li gel serok eşîrên Lîbyayê de ragihandibû: “Em dikarin bi awayekî herî bilez hevkêşeya leşkerî ya li Lîbyayê biguherin. Em dê li ser daxwaza we derbasî nav Lîbya bin û bi fermana we jî jê derkevin û em ji bilî aramiya welatê we tiştekî naxwazin.”

Li Lîbyayê ji sala 2011ê ve û piştî rûxana rejîma Muemer Qezafî, şerekî navxweyî yê dijwar heye, bi taybet di navbera du hikûmetên li rojava û rojhilatê wî welatî de.

Rojhilatê Lîbyayê û rûbereke zêde ya axa wî welatî di jêr kontrola Artrêşa Niştimanî ya Lîbyayê de ye, ku general Xelîfe Hefter serokatiya wê dike. Misir piştevanekî serekî yê hêzên Hefter e.

Herwiha li Lîbyayê hikûmetek jî li Trablusê heye, ku Fayiz El Serrac serokatiya wê dike û Tirkiye piştgiriya wê hikûmetê dike.

Serokê Misirê diyar kir ku pêwîst e dawî li veguhastina çek û çekdaran bo nav Lîbyayê were anîn û got, ew bi ti awayî rê nadin êrîşî xeta Sirt-Jufra bê kirin.

Sîsî destnîşan kir, “ji bo çûna nav Lîbyayê em dê moletê ji parlamentoya Misirê werbigirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst