Hadî Amirî: Tirkiye dixwaze kembera ewlehiyê ava bike û divê demildest vekişe

20-07-2020
RÛDAW
Nîşan Iraq Hadî Amirî Tirkiye Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hevpeymaniya Feth, Hadî Amirî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, bêdengiya xwe li hember operasyona Tirkiyê ya di nav axa Iraqê de bişkîne û hemû rêyên dîplomatîk li hember wê bi kar bîne. Amirî herwiha dibêje: “Wiha dixuye Tirk hewla sepandina siyaseta defaktoyê bidin û kembereke ewlehiyê weke ya li bakurê Sûriyê çê bikin.”

Hadî Amirî têkildarî operasyonên Tirkiyê yên li nav axa Iraqê û armancên li pişt wan operasyonan daxuyaniyek belav kir.

Amirî dibêje: “Em bi dilgiraniyeke mezin çavdêriya leşkerkêşiya berfireh a Tirkiyê li bakurê Iraqê dikin.”

Amirî herwiha dibêje, operasyona wê carê ya Tirkiyê ji operasyonên berê cihê ne û got, “ew operasyon bi her hincetekê be, redkirî ye, ti hinceteke navdewletî, yasayî û rewa ji bow ê leşkerkêşiyê nîne, di warê kûrahî û dema leşkerkêşiyê de jî, vê carê ciyawaz e ji leşkerkêşiyên berê.”

Serokê Hevpeymaniya Feth ragihand, Tirkiye hewl dide kembereke ewlehiyê li sînorê Herêma Kurdistanê ava bike, weke ku li Rojavayê Kurdistanê jî heman kar kiriye.

Hadî Amirî operasyona Tirkiyê li navçeyên bakurê Iraqê û di nav axa Herêma Kurdistanê de weke “metirsî” bi nav dike û destnîşan dike, “artêşa Tirkiyê bi kûrahiya derdora 25 kîlometran hatiye nav axa Iraqê û ev jî nîşaneyên metirsîdar in û wiha dixuye ku Tirk hewla sepandina siyaseta defaktoyê bidin û kembereke ewlehiyê (herêma tampon) li bakurê Sûriyê ava bikin.”

Hadî Amirî têkildarî operasyonên Tirkiyê hişyarî dide ku “egera planekê heye” û daxwaz ji Tirkiyê dike, ku demildest ji axa Iraqê vekişe. Di daxuyaniyê de, Amirî dibêje: “Em di vê baweriyê de ne, ku ew kiryara dijminkarî di berjewendiya Tirkiyê û Iraqê de nîne, ku peywendiyên berfireh ên dîrokî, olî û biratî wan pêkve girê dide, zêdebarî peywendiyên berfireh ên aborî.”

Amirî daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî dike, ku bêdengiya xwe li hember êrîşên Tirkiyê yên di nav axa Iraqê de bi dawî bîne û wê mijarê di Komkara Erebî û Rêxistina Kongreya Îslamî de û herwiha di nav civaka navdewletî de bike rojev û dibêje: “Pêwîst e tevahiya hêzên niştimanî yên Iraqî ji bo parastina serweriya Iraqê û bidawîkirina wan zêdegaviyan, hevhelwêst bin.”

Artêşa Tirkiyê di 15ê Hezîranê de operasyona “Çengê Baz” û di 17ê Tîrmehê de, operasyona “Çengê Piling” di nav axa Herêma Kurdistanê de daye destpêkirin.

Tirkiye dibêje, ew operasyon li dijî PKKê hatine destpêkirin, lê di encamê de ziyanên mezin gihiştine welatiyên sivîl li wan navçeyan.

Li gor lidûvçûnên Rûdawê û zanyariyên ji Wezareta Pêşmerge ve, artêşa Tirkiyê bi kûrahiya zêdetir ji 15 kîlometran sînorê Herêma Kurdistanê derbas kiriye, herwiha li çiyayên sînorê parêzgeha Duhokê, zêdetir ji 18 binkeyên serbazî yên Tirkiyê hatine danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst