Tirkiye: Biraziya Salih Muslim li Mêrsînê xwe radest kiriye

20-07-2020
RÛDAW
Nîşan Biraziya Salih Muslim Daliya Mehmûd Muslim YPJ Mêrsîn Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor nûçeyeka ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, biraziya Salih Muslim, Daliya Mehmûd Muslim li bajarê Mêrsînê xwe radestî hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê kiriye, lê belê bavê wê dibêje, em berpirsyariya revandin an radestkirina wê dixin stuyê desthilata Herêma Kurdistanê. Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî ragihand, biraziya Salih Muslim ji ber peywendiyeke evîndarî ji YPJê cuda bûye û bi rêya Herêma Kurdistanê bi qaçaxî çûye Tirkiyê û xwe radestî polîsê Tirkiyê kiriye.

Ajansa nûçeyan a Anadoluyê belav kiriye, ku Daliya Mehmûd Muslim, roja 15ê vê mehê li bajarê Mêrsînê bi rêya razîkirinê xwe radestî hêzên şubeya têkoşîna li dijî terorê ya Rêveberiya Asayişa Mêrsînê kiriye.

Heman çavkanî dibêje, Daliya ya 21 salî di yekemîn lêkolînan de li xwe mikur hatiye ku biraziya Salih Muslim e û pasevana nêzîk a Gulten Altaş (Esma Samûr) bûye ku navê wê di Lîsteya Sor a Tirkiyê de ye, û bavê wê jî li Kobanî di nav refên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de kar dike.

Ajansa fermî ya Tirkiyê herwiha belav kiriye, ku Daliya Mehmûd Muslim bi rêya razîkirinê xwe radestî hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê kiriye. Weke ku ew ajans dibêje, ji destpêka sala 2020 ve heta niha 110 kesên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi rêya razîkirinê, xwe radestî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê kirine.

Duh 19ê Tîrmehê, Mehmûd Mihemed Muslim, bavê Daliya ya 21 salî di daxuyaniyekê de bo raya giştî gotibû, keça wî berî şeş salan ji bo rûbirûbûna DAIŞê bûbû şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), “lê belê berî şeş mehan ji ber sedemên tendirustiyê ji hevalên xwe û erkên xwe veqetiya û çû Herêma Başûrê Kurdistanê bo çareseriyê, di peywendiyê de bû li gel kesûkarên xwe, heta beriya demeke kêm têkilî kir ji bo vegera bo nav kesûkarên xwe li Rojava, lê ji nişka ve me dît ku radestî desthilata Tirkiyê û dezgehên wê yên sîxoriyê hatiye kirin.”

Bavê Daliyayê dibêje: “Ji ber wê em di vê baweriyê de ne ku berpirsyariya revandina wê li Başûr yan radestkirina wê bi dezgehên istixbaratî yên Tirkiyê dikeve ser milê desthilata Herêma Başûrê Kurdistanê. Her tiştek jî ji zarê ve derkeve an di jêr fişaran de jê re were gotin, gotinên nerast in û armanc ji wê jî pîskirina navûbanga malbatê û saziyên îdarî yên xweseriyê ye li Rojava.”

Piştî wê daxuyaniyê û belavbûna nûçeyê bi awayên cuda cuda di hin dezgehên medyayî de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê îro 20ê Tîrmeha 2020 daxuyaniyek belav kir û têde tometa radestkirina Daliya Mehmûd Muslim bi Tirkiyê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bi tevahî red kir û ragihand: “Ev nûçe ti bingeheke wê nîne, belku hewleke xapînokî ye bo veşartina rastiya mijarê.”

Wezareta Navxwe herwiha derbarê hatina Daliya Mehmûd Muslim bo Herêma Kurdistanê û paşê çûna wê bo Tirkiyê zanyariyan dide û diyar dike: “Daliya Mehmûd Muslim naskirî bi Viyan Şervan, piştî ku ji hêzên YPJê vediqete, li gel çekdarekî din ê xelkê Bedlîs a Bakurê Kurdistanê yê bi navê Selam Remezan Mihemed naskirî bi Tolhildan ku di nava refên YPGê de bûye, peywendiyek evîndarî çê dikin û herdu bi hev re biryara destberdanê didin û direvin. Remezan di roja 9-7-2020 bi dilê xwe vedigere Tirkiyê û paşê jî Daliya Mehmûd Salih ji bo ku têkiliyê bi Selam re bike, di roja 14-7-2020 de bi qaçaxî diçe Tirkiyê û piştre li bajarê Mêrsînê xwe radestî polîsê Tirkiyê dike. Lewma bi ti awayekê peywendiya Herêma Kurdistanê bi vê mijarê ve nîne.”

Di beşeke daxuyaniyê de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê dibêje: “Dezgehên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de ku amadeyiya temam a xwe bo lêkolînê nîşan didin, Herêma Kurdistanê dê hertim weke penageheke aram bo wan kesan bimîne, ku berê xwe didin wê û ew hewlên xapînokî jî ti bandora wan li ser helwêsta wê ya neguher nabe.”

Salih Muslim, hevserokê berê yê PYDê û berpirsê peywendiyên derve yê wê partiyê, têkildarî mijarê ragihandiye ku Daliya li Herêma Kurdistanê radestî Tirkiyê hatiye kirin.

Dr. Mustefa Muslim, birayê Salih Muslim û Mehmûd Muslim bavê Daliya, zanayekî mezin ên zanistên îslamî ye û ew dema çend salan e ku li Tirkiyê dijî û li Zanîngeha Zehra ya Taybet li bajarê Dîlokê (Entab) yê Bakurê Kurdistanê kar dike, 90 pirtûk û lêkolînên wî derbarê zanistên îslamî de hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst