Hilbijartinên Îranê: Li Wanê jî sindoq tên danîn

20-06-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Îran Hilbijartin Wan Dengdan
A+ A-

Wan (Rûdaw) – Hat ragihandin ku dê li Wanê jî sindoqên dengdanê yên Hilbijartinên Serokomarîyê yên Îranê bên danîn.

28ê Hezîranê li Îranê Hilbijartinên Serokomarîyê tên kirin.

Heta niha tenê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê sindoq dihatin danîn.

Li gorî biryara nû, dê vê carê li Wana Bakurê Kurdistanê jî sindoqên dengdanê bên danîn.

Welatiyên Îranê dê 28ê Hezîranê karibin li hola Jora Bazirganiyê ya Wanê dengê xwe bidin.

Serokkomarê Îranê İbrahîm Reîsî 19ê Gulanê di qezayeke helîkopterê de miribû, ji ber vê yekê dê hilbijartinên pêşwext werin kirin.

Li gorî biryara nû li Wanê jî sindoq tên danîn

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst