Qad germ bûye: Gelo dê şerê Hizbulah û Îsraîlê dest pê bike?

20-06-2024
Hesen Nasrulah / Wêne: Ji ber dîmenan
Hesen Nasrulah / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Êriş Gef Şer Îsraîl Hizbulah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gef û tehdîdên Hizbulah û Îsraîlê û êrişên nû yên her du aliyan egera şerekî nû tînin rojevê.

Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasrulah, roja çarşemê gef li Îsraîlê xwar û got ku ew dikarin bi çekên nû êrişî Îsraîlê bikin.

“Êrişên me dê ne herêmî bin”

Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasrulah got ku di destê wan de lîsteyeke hedefan heye û pê de çû:

"Îsraîl baş dizane ku ti cihekî wan dê ji mûşek û dronên me ne ewle be û êrişên me dê ne herêmî bin.

Îsraîl dizane ku di destê me de lîsteyeke hedefan heye û şiyana me heye ku em bigihîjin wan armancan ku bingeha erdên we dihejînin."

Îsraîlê roja sêşemê planeke êrişê ya berfireh qebûl kiribû ku armancên wê Libnan û Hizbulah in.

Her du aliyan di çend hefteyên dawî de bombebaranên xwe zêdetir kirine û dibe ku ew jî bibe sedema destpêkirina şerekî rasterast ê her du aliyan.

Li gorî rapirsiyeke saziyeke siyasî ya bi navê Gelê Cihû, zêdetir ji sedî 60ê Îsraîliyan dixwazin Îsraîl şerê bi Hizbulahê re rawestîne.

“Em ji bo her egerê amade ne”

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant got ku wan xwe ji bo hemû egeran amade kiriye û li pey çû:

"Em li ser erdê û li hewayê bi temamî amade ne, em sîstema xwe ya îstixbaratê xurt dikin û em ji bo her egerê amade ne.

Divê em ji bîr nekin ku Hizbulahê piştî Hemasê roja 8ê Çiriya Pêşîn (2023) li dijî me şer ragihandiye.

Erka me ew e ku em rewşê biguherin û rê li ber welatiyên xwe xweş bikin da ku bi selametî vegerin malên xwe."

Ji Çiriya Pêşîn a sala borî ve ji ber nakokiyên di navbera Îsraîl û Hizbulahê de zêdetir ji 60 hezar kesî ji bakurê Îsraîlê koçber bûne.

Herwiha li başûrê Libnanê jî nêzîkî 100 hezar kesî koçber bûne.

Dîsa di êrişên Îsraîlê de li Libnanê zêdetir ji 475 kesan hatine kuştin ku piraniya wan çekdarên Hizbulahê bûn.

Li Îsraîlê jî roketên Hizbûlahê bûne sedema kuştina 15 leşker û 11 sivîlan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst