Heca îsal: 1000 hecî mirin, 800 winda hene

20-06-2024
Nîşan Hec Mirî Winda Meke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Mekeyê ji ber germa zêde herî kêm 1000 hecî mirin û 800 hecî jî winda ne.

Li Erebistana Siûdiyê germeke zêde heye û germahî carinan 50 pileyî derbas dike.

Li gorî amarên fermî heta niha herî kêm hezar hecî mirine.

Di vîdeoyên ku li ser torên civakî belav dibin de tê dîtin ku li kêlekên rêyan gelek term hene.

Rayedarekî Ereb ji medyaya Brîtanyayê re axivî û da zanîn ku îro 58 heciyên Misirî mirine.

Herwiha gelek heciyên ji welatên wekî Îran, Îraq, Tunis, Endonezya, Senegal û Kurdistanê jî mirine.

Li gorî daxuyaniyan piraniya heciyên ku dimirin pîr û kal in û ji ber germa zêde dimirin.

“Divê hejmara heciyan were sînordarkirin”

Melayekî jî ji medyaya Brîtanyayê re wiha got:

“Divê hejmara heciyan were sînordarkirin, ji ber ku hec mehên havînê ye divê haya wan ji vê yekê hebe.”

Duşema borî li Erebistana Siûdiyê germahî gihiştibû 21 pileyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst