Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê çend civîn pêk anîn

20-06-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Iraq Nêçîrvan Barzanî Mistefa Kazimî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Wezîran a Iraqê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna xwe de pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de gotûbêj kirine û tekezî li wê yekê kirine ku pirsgirêk dê li ser bingeha destûrê bêne çareserkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 20 Hezîranê li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiya.

Piştî hevdîtinê Encûmena Wezîran a Iraqê derbarê civînê de daxuyanyek belav kir û têde ragihand ku Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî behsa  çareserkirina pirsgirêkên dualî yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de kirin.

Li gor daxuyaniyê Barzanî û Kazimî tekezî li çareserkirina pirsgirêkan li ser binemaya destûrê kirine ku bi taybetî niha Iraq rûbirûyê çendîn pirsgirêkan bûye.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tekez li ser hevkariya navbera hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê bo derbaskirina krîza aborî ya ji ber daketina bihayê petrolê û koronayê kiriye. Di daxuyaniyê de tê gotin ku “Serokwezîr tekez li ser derbaskirina wan astengên niha kiriye bi hevkariya navbera hemû aliyekî daku welat bixe ser rêya rast ji bo Iraqeke aram, ewle û yekgirtî.”

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî civiya

Li Bexda Nêçîrvan Barzanî li gel Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert civiya.

Di civînê de herdu aliyan rewşa siyasî û aboriya Iraqê û encamên pandemîna virûsa Koronayê gotûbêj kirin û tekez li ser girîngî û pêwîstiya hevkarî û hemahengiya hemû aliyên Iraqiyan a ji bo derbaskirina qeyranan kir.

Destbikarbûna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqa Federal a bi Serokayetiya Mistefa Kazimî û kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û diyalog û hewlên ji bo çareserkirina wan li ser bingeha destûrê, mijareke din a civînê bû.

Barzanî tekez li ser amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Hikûmeta Federal li çarçoweya destûrê kir û bal kişand li ser girîngiya rola Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û çareserkirina kêşeyan.

Barzanî û Helbûsî li ser rewşa Iraqê gotûbêjkirin

Piştî nîvroya îro li Bexda Serokê Encumena Nûnerên Iraqê Mihemed Helbûsî, pêşwazî li  Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê kêşeyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.

Herdu aliyan tekez li ser girîngiya alîkarî û hemahengiyan hemûyan aa ji bo derbaskirina dijwariyên niha û karkirina ji bo derbaskirina rewşê û çareserkirina kêşeyan li gor destûrê kirin.

Berhem Salih û Nêçîrvan Barzanî civiyan

Her îro li Bexdayê Serokkomarê Iraqê Dr Berhem Salih jî pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kir.

Di civînê de, girîngiya çareserkirina kêşeyên helawestiyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li gor destûr û bi rêya hevkarî û hemahengiya hevbeş hat dubarekirin ku bi awayekî mafê tevahiya Iraqiyan parastî be û dadweriya civakî pêk bîne.

Di beşeke din ê civînê de çareseriyên ji bo derçûna ji qeyrana aboriya Iraqê têne xwestin gotûbêj kirin. Her wiha tekez li ser hemahengî û hevkariya hemû aliyek a ji bo rûbirûbûna virûsa Korona û rêgirîkirina li belavbûna wê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Şemiyê nîvro bi serdanekê gihişte Bexdayê û ligel berpirsên bilind ên Iraqê li ser çend mijaran, bi taybetî pirsa butçe, meaş û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê de civiya.

Armanca serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê danûstandin û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bû ku bandor li Herêma Kurdistanê kiriye, bi taybetî di ware aborî û darayî de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst