Serokwezîrê Îraqê: Em li kêleka gelê Îranê ne

20-05-2024
Nîşan Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî Peyama Sersaxiyê Helîkopter Ketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî piştî xebera mirina Îbrahîm Reîsî peyameke sersaxiyê belav kir û got, “Em di vê karesata giran de li kêleka gelê Îranê yê bira ne.”

Mihemed Şiya Sûdanî ji bo Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr û şandeya bi wan re peyameke sersaxiyê belav kir û got:

“Em ji Rêberê Komara Îslamî Elî Xamineyî, Hikûmeta Îranê û gelê Îranê re ji dil û can serxasiyê dixwazin.

Em radigihînin ku em di vê karesata giran de li kêleka gelê Îranê yê bira ne.”

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev doh li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Doh ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin.

Enqaza helîkopterê îro (piştî ketina wê 15 saetan) bi dronan hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku kes ji qezayê bi saxîtî nefiliye.

Kî û kî mirine?

Piştre hat ragihandin ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.

Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de mirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst