Artêşa Tirkiyê 3 gund li Şêrawa û Şehbayê topbaran kir

20-05-2019
RÛDAW
Nîşan Artêşa Tirkiyê Şehba Şêrawa Efrîn Topbaran YPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Topxaneya Artêşa Tirkiyê şeva bihorî 3 gund li devera Şêrawa ya ser bi herêma Efrînê û devera Şehba ya bakurê Helebê ve topbaran kirin.


Li gor çavkaniyên xwecihî, duh yekşemî bi şev topxaneya Artêşa Tirkiyê sê gundên Merenaz, Malikiye û Eyn Deqne bi tundî topbaran kirine.

 

Derbarê ziyanên wê topbaranê de, çavkaniyan tu zanyarî belav nekirine.

 

Piştî kontrolkirina Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve, 12 gund li devera Şêrawa û beşek ji devera Şehba di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên hevalbendên wê de man. Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê û berpirsên wê, herwiha koçberên Efrînî jî ku ji herêma xwe derketibûn, li wan gundan û devera Şehbayê bicih bûbûn.

 

Niha ew dever bi şêweyekî hevbeş di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û YPGê de tên birêvebirin.

 

Devera Şehbayê û herwiha gundên bajarokê Sêrawa ya Efrînê pir caran rastî topbarana hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst