Hizbullah li dijî operasyona Tirkiyê derket

Hewlêr (Rûdaw) - Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê ragihand ku operasyonên leşkerî yên Tirkiyê, hewldaneke bo kontrolkirina petrol û Rêya Hevrîşim û pêkanîna xewna siltanên Osmanî. Hevdem bo rûbirûbûna Tirkiyê daxwaza aktîvkirina berevaniyê û xistina tevgerê ya civakê dike.

Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê di daxuyaniyekê de dibêje: “Operasyonên leşkerî yên Tirkiyê binpêkirineke zelal a serweriya Iraqê ye ku armanc kontrolkirina petrol û gaza Iraqiyan û kontrolkirina Rêya Hevrîşim e.”

Hizbullaha Iraqê tekez dike ku binpêkirina serweriya welat, zengilekî metirsîdar e û divê helwêsteke ciddî ji aliyê berpirsên hikûmî û herwiha saziyên emnî, Heşda Şabî ve bê pêşandan û dibêje: “Divê berevaniya welat bê aktîvkirin ligel xistina tevgerê ya civakê daku guşarê bixin ser berjewendiyên Tirkiyê.”

Êvara Sêşembê 19ê Nîsana 2022ê, Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf beşdarî bulteneke Rûdawê bû û derbarê helwêsta Wezareta Derve ya welat de li ser bordûman û topbarana Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê got: “Îro Wezareta Derve ya Iraqê bangî Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê kir û yadaştek bi zimanekî dijwar radestî kir, di yadaştê de me amaje bi wê yekê da ku mafê Iraqê ye girêdayî wan prensîpan be ku serweriya Iraqê û yekîtiya axa wê diparêzin.”

Roja Duşembê 18ê Nîsana 2022ê artêşa Tirkiyê li çend navçeyên Herêma Kurdistanê bi hinceta PKKê operasyoneke nû da destpêkirin.

Li gor amarên Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, heta niha 26 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û du efserên artêşa Tirkiyê jî hatine kuştin. Herwiha Navenda Ragihandinê ya HPGê roja Duşemê belav kir ku li deverên Avaşîn û Zapê 28 serbazên Tirkiyê hatine kuştin û 9ê din jî birîndar bûne.