Nakokiyên di navbera aliyên leşkerî û siyasî de li Lîbya berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) - Li Lîbya li rojhilat û rojava du hikûmet çêbûne û nakokiyên navbera wan berdewam in.

 

Êrîşên vê dawiyê yên hêzên ser bi Xelîfe Hefter bo girtina Terablusa paytext nîgeranî zêdetir kirine. Rewş bi awayekî ye ku beşek ji Lîbyayiyan nizanin  kîjan aliyê şer mafdar e. Xelk ji civaka navdewletî aciz in; ji ber bi gotina wan, rewşa wan dibînin û ti karekî bo çareserkirinê û parastina kesên sivîl nakin.

 

Ji sala 2011ê ve, dema hikûmeta serokê wê demê yê Lîbyayê Muemer Qadafî hilweşiya, rewşa wî welatî aloz e û welat di şerê navxwe de ye.

 

Kêfa kesî ji şer re nayê, ewên ku di şer de ne û şer jî dikin; ji bê helwêstiya welatên rojava aciz in û daxwaz dikin dawî li vê rewşê bînin, ku bi gotina wan rojavayiyan çêkiriye.

 

Derbarê vê yekê de leşkerek dibêje: “"Wan destpê kir, divê ew dawiyê lê bînin. 2011ê destpê kirin û niha pêwîst e dawiyê lê bînin."

 

Rewş bi awayekî ye ku beşek ji Lîbyayiyan nizanin  kîjan aliyê şer mafdar e.

 

Koçberek jî dibêje: “Hêvîdar im xirabtir nebe, hemû hewl didin cihên xwe azad bikin û her aliyek jî li gor xwe rast e. Ez ne piştrast in kî rast e û kî şaş e."

 

Ji xeynî aliyên şerker ên navxwe, xelk ji civaka navdewletî aciz in; ji ber bi gotina wan, vê rewşê dibînin û ti karekî bo çareserkirin, an jî bi kêmanî bo parastina kesên sivîl nakin.

 

Derbarê vê yekê de Koçberekî got: “Civaka navdewletî ka? Ka civaka navdewletî ku Lîbya û em gihandin vê rojê. Ka Neteweyên Yekbûyî? Ew herwiha biryarekê bo parastina sivîlan jî dernaxin. Ka civaka navdewletî? Ew li ku derê ne?"

 

Ji ber şerên vê dawiyê û êrîşên ser Terablusa paytext ku ji destpêka vê mehê destpê kiriye, bi kêmanî 213 kesan canê xwe ji dest dane, bi sedan kesên din birîndar û nêzîka 20 hezar kes jî koçber bûne.