Hewlêr (Rûdaw) - Husiyên Yemenê ragihand ku wan bi mûşekan êrişî Balafirgeha Ben-Gurionê ya li Tel-Evîva paytexta Îsraîlê û keştiyeke balafiran a Amerîkayê kiriye.
Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî, bi rêya Telegramê daxuyand ku wan êrişî Balafirgeha Ben-Gurionê ya li Tel-Evîvê û keştiya şer a Harry Truman a Amerîkayê kiriye û got:
"Hêzên me yên mûşekan, operasyoneke leşkerî ya baş pêk anî da ku Balafirgeha Ben-Gurionê ya li Yafaya dagirkirî bixin.
Operasyon bi mûşeka balîstîk a hîpersonîk a 'Filistîn-2' hat pêkanîn û spas ji Xwedê re, bi serkeftî gihîşt armanca xwe."
Yehya Serî got ku hêzên çekdar ên Yemenê her wiha êrişî "keştiyên şer ên dijmin ên li Deryaya Sor” kiriye.
Li aliyê din, Hûsiyên Yemenê eşkere kir ku di êrişên hewayî yên Amerîkayê yên li ser Yemenê de 16 endamên wan mirine.
Hûsiyan, di daxuyaniya xwe ya 7ê Adarê de ragihandibû ku wan 4 roj dem daye Îsraîlê da destûrê bide ku alîkarî herin Xezeyê, yan na dê ji nû ve dest bi operasyonên xwe yên deryayî yên li dijî Îsraîlê bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump 15ê Adarê li ser hesabê xwe yê Truth Socialê diyar kiribû, wî ferman daye artêşê ku li dijî Hûsiyên Yemenê dest bi "êrişeke mezin" bike.
Hûsiyan ragihandibû ku di êrişên hewayî yên Amerîka û Brîtanyayê yên li Yemenê de 53 kes hatine kuştin û 107 kes jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse