Amerîka: Bi 3 dronan êrîşî baregeha leşkerî ya Tenef kirin

20-01-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka CENTCOM Sûriye Tenef
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand, bi 3 dronan êrîşî  dronan binkeya leşkerî ya Tenefê hatiye kirin û di encam de birîndar hene.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand, îro danê sibê sê firokeyên bê firokevan êrişî baregeha leşkerî ya Tenefê kirin, 2 ji wan dronan hatin xistin û ya din jî li baregehê ket.

Di daxuyaniyê de tê gotin, di encama êrîşê de 2 endamên Artêşa Azad a Sûriyê birîndar bûne

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê dibêje, Êrîşên wiha nayên qebûlkirin û tekez dike, Êrîşên bi vî rengî ji bo leşker û hevkarên me metirsî ye.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst