PDK li Nînowayê bû duyem
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 4 kursiyên encûmena parêzgeha Ninowayê bi dest xistin û bû partiya duyem.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê encamên hilbijartinên encûmenên parêzgehan eşkere kirin.
Li gorî encamên destpêkê, PDKyê li parêzgeha Nînowayê 127 hezar û 938 deng bi dest xistine.
Li gorî encamên heta niha belavbûna kursiyên Eencûmena Parêzgeha Nînowayê wiha ye:
Hevpeymaniya Xelkê Neynewa: 5 kursî
PDK: 4 kursî
Ehlî Nînowa (YNK jî tê de ye): 5 kursî
Teqedûm: 2 kursî
Hevpeymaniya Siyadê: 2 kursî
Hedba: 2 kursî
Hevpeymaniya Peymana Niştimanî: 3 kursî
Hewye Wetanî: 2 kursî
Wetenî Lîtecdîd: 1 kursî
Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hesm: 2 kursî
Ezim: 1 kursî