Encamên li Kerkûkê eşkere bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê encamên destpêkê yên ji sedî 94,4 ên hilbijartinên encûmena parêzgehan ên Îraq û Kerkûkê ragihandin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ragihand ku beşdariya hilbijartinên ji sedî 41 bûye.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê diyar kir ku ji sedî 94,4 a dengan hatine hejmartin.
Li gorî encamên destpêkê, lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê, 46 hezar û 749 deng bidest xistine.
Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê jî herî zêde deng bidest xistine, ew jî 139 hezar û 373 deng in.
Her du listeyên pêkhateyên Tirkmenan, Bereya Tirkmenan 72 hezar û 281 deng û Hevpeymaniya Kerkûkuna jî, 21 hezar û 114 deng bi dest xistin.
Pêkhateyên Ereb jî, lîsteya Ruba 46 hezar û 749 deng, Hevpeymaniya Erebî 98 hezar û 174 deng û Hevpeymaniya Qiyade jî 59 hezar û 430 deng bidest xistine.
Li gorî encamên komîsyonê hejmara dengên li Kerkûkê wiha ne:
YNK: 136 hezar û 373 hezar deng
PDK: 46 hezar û 749 hezar deng
Nifşê Nû: 24 hezar û 620 deng
Eniya Tirkmenî: 72 hezar û 281 deng
Qiyade: 59 hezar û 430 deng
Hevpeymaniya Erebî: 46 hezar û 65 deng
Rube: 46 hezar û 65 deng
Kerkûkna: 21 hezar û 114 deng
Belavbûna kursiyan
Ji bilî kotaya Mesihiyan 15 kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hene.
Li gorî van encaman kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê wiha belav dibe:
YNK: 5 kursî
PDK: 2 kursî
Eniya Tirkmenî: 2 kursî
Qiyade: 2 kursî
Hevpeymaniya Erebî: 3 kursî
Rube: 1 kursî