Encamên li Kerkûkê eşkere bûn

19-12-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Îraq Kerkûk Başûrê Kurdistanê Hilbijartinên Encûmena Parêzgehan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê encamên destpêkê yên ji sedî 94,4 ên hilbijartinên encûmena parêzgehan ên Îraq û Kerkûkê ragihandin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ragihand ku beşdariya hilbijartinên ji sedî 41 bûye.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê diyar kir ku ji sedî 94,4 a dengan hatine hejmartin.

Li gorî encamên destpêkê, lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê, 46 hezar û 749 deng bidest xistine.

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê jî herî zêde deng bidest xistine, ew jî 139 hezar û 373 deng in.

Her du listeyên pêkhateyên Tirkmenan, Bereya Tirkmenan 72 hezar û 281 deng û Hevpeymaniya Kerkûkuna jî, 21 hezar û 114 deng bi dest xistin.

Pêkhateyên Ereb jî, lîsteya Ruba 46 hezar û 749 deng, Hevpeymaniya Erebî 98 hezar û 174 deng û Hevpeymaniya Qiyade jî 59 hezar û 430 deng bidest xistine.

Li gorî encamên komîsyonê hejmara dengên li Kerkûkê wiha ne:

YNK: 136 hezar û 373 hezar deng

PDK: 46 hezar û 749 hezar deng

Nifşê Nû: 24 hezar û 620 deng

Eniya Tirkmenî: 72 hezar û 281 deng

Qiyade: 59 hezar û 430 deng

Hevpeymaniya Erebî: 46 hezar û 65 deng

Rube: 46 hezar û 65 deng

Kerkûkna: 21 hezar û 114 deng

Belavbûna kursiyan

Ji bilî kotaya Mesihiyan 15 kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hene.

Li gorî van encaman kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê wiha belav dibe:

YNK: 5 kursî

PDK: 2 kursî

Eniya Tirkmenî: 2 kursî

Qiyade: 2 kursî

Hevpeymaniya Erebî: 3 kursî

Rube: 1 kursî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst