Erebistana Siûdiyê Xeyberê dike navendeke geştyariyê

19-12-2022
RÛDAW
Bajarê Xeyber yek ji bajarên kevnar ên Siûdiyê ye
Bajarê Xeyber yek ji bajarên kevnar ên Siûdiyê ye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Erebistan Siûdiyê hewl dide bajarê Xeyber ê kevnar bike navendeke geştiyariyê. Xelkê bajêr dibêjin ku nêzîkî 20 sal in li benda wê yekê ne ku bajarê wan bibe cihekî geştiyarî.

Bajarê Xeyber yek ji bajarên Siûdiyê ye ku bi keskahiya xwe navdar e û hejmareke zêde ya darên xurman lê hatine çandin.

Li gorî amaran di sala 2021an de 7 milyon geştiyaran serdana Siûdiyê kirine. Niha hikûmeta Erebistana Siûdiyê biryar daye wî bajarê dîrokî bike navçeyeke geştyariyê.

Welatiyê Xeyberê Seyf Şîlalî dibêje: “Em vê wek pêşketinekê dibînin. Di rastiyê de ne tenê ji bo min bo hemû civakê bi vî awayî ye. Nêzîkî 20 salan e em li bendêne ev bajar bibe ciheke geştyariyê.”

Şûnwarnas dibêjin 200 hezar sal berî niha xelk li vê navçeyê jiyane û çend caran jî têde şer çêbûne; weke şerê Xeyberî yê sala 628ê yê di navbera artêşa Misilman û çend eşîrên Cihûyan de.

Rêberê geştyaran Înas Şerîf dibêje: “Xeyber pêwendiyeke xwe ya bi hêz li gel ol heye. Dîrokeke xwe ya kevn a şaristaniyê heye û ew jî dibe sedem ku bala geştyaran zêdetir bikişîne."

Sala 2019ê 20 milyon û 300 hezar geştyarî û serdankerî serdana Erebistana Siûdiyê kirine. Ev hejmar di sala 2020ê de ji ber belavbûna Corona bûye 4 milyon û 100 hezar kes. Di sala 2021ê de jî 7 milyon geştyar û serdanker çûne Erebistana Siûdiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst