Îsraîlê hişyarî da Îraqê

19-11-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Libnan Îraq Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koma Berxwedana Îslamî ya Îraqê ragihand ku wan bi dronan êrişî başûrê Îsraîlê kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar jî bangî Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî û Hikûmeta Îraqê kir ku “ji bo rawestandin û rêgirtina êrişên komên nêzîkî Îranê yên li Îraqê demildest bikevine nava liv û tevgerê.”

Berxwedana Îslamî ya Îraqê ragihand ku wan bi dronan êrişî “armanceke girîng” a li başûrê Îsraîlê kiriye.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê diyar kir ku ev êriş ji bo piştgiriya gelên Xeze û Libnanê hatiye kirin.

Kom hema hema her roj êrişî Îsraîlê dike û artêşa Îsralîê ragihand ku piraniya dronan tên xistin.

“Mafê Îsraîlê heye ku xwe biparêze”

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar bangî Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî û Hikûmeta Îraqê kir ku êrişên komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraqê demildest rawestînin.

Saar doh nameyek ji Serokê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û ev bang kir.

Saar da zanîn ku Berxwedana Îslamî ji Çiriya Pêşîn a sala borî ve bi sedan dronên cureyên Şahid, Ziyad û Arpadê û bi dehan mûşekan avêtine.

Saar destnîşan kir ku piraniya wan hatine astengkirin lê hinekan ji wan bandor kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê tekez kir ku di nava wan de dronên bombebarkirî yên mezin jî hene ku 3yê Çiriya Pêşîn li baregeheke leşkerî ya Îsraîlê hatiye xistin û herî kêm 2 leşker mirine û 24 leşker jî birîndar bûne.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê di nameya xwe de got:

“Hikûmeta Îraqê li gorî yasayên navneteweyî mecbûr e ku rê li ber bikaranîna axa xwe ya ji bo êrişên li dijî neteweyên din bigire.

Di vê çarçoveyê de ez careke din bi bîr tînim ku mafê Îsraîlê heye ku xwe biparêze û ji bo parastina xwe û welatiyên xwe neçar e hemû tedbîran bigire.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst