Mehmûd Ebas bangî Joe Biden kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Filistînê Mehmûd Ebas ji Serokê Amerîkayê Joe Biden xwest ku midaxeleyî şerê li Xezeyê bike.

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas di peyameke vîdeoyî de got:

“Divê ev şer yekser were rawestandin. Çawa dibe ev komkûjî wekî xweparastina rewa were dîtin. Ya rast ew tawanên şer in ku divê bên cezakirin.”

Ebas hişyarî jî da û anî ziman:

“Ji ber êrişên hêza dagirker a Îsraîlê û terora berdewam a Cihûyên hawirde, rewşa Kerta Rojava û Orşelîmê diteqe.”

Îro 44emîn roja şer e ku 7ê Çiriya Pêşînê êrişa Hemasê ya li Îsraîlê dest pê kir.

Îsraîl dibêje, di wê êrişê de nêzîkî hezar û 200 Îsraîlî hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in.

Herwiha li gorî artêşa Îsraîlê, di wê êrişê de, nêzîkî 240 kesî ji aliyê çekdarên Hemasê ve wek dîl hatine girtin.

Ji wê dema ku Îsraîlê dest bi êrişên li Xezeyê kiriye, herî kêm 52 leşkerên wan hatine kuştin.

Li gorî Ofîsa Ragihandinê ya Desthilata Kerta Xezeyê jî di encama bombebaranên Îsraîlê de, 12 hezar û 300 kes hatine kuştin ku zêdetirî 5 hezar ji wan zarok in û sê hezar û 300 kes jî jin in.

Herwiha hejmara birîndaran jî li gorî Ofîsê 30 hezar kes derbas kiriye.