Michael Kurilla û Serokerkanê Artêşa Îsraîlê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Michael Kurilla bi serokerkanê Artêşa Îsraîlê Aviv Kohavi û çend efserên din re civiya.

Li gor daxuyaniyeke Artêşa Israîlê, Kurilla serdana hinek cihan li ser sînorê bi Sûriyê re kiriye û hewlên rêgirtin li belavbûna hêz û milîsên ser bi Îranê ve li ser sînorê bi Sûriyê re û leşkerkirina xelkê navçeyê gotûbêj kirine.

Li gor daxuyaniyê, operasyon û êrîşên Îsraîlê li Sûriyê wê berdewam bikin da ku nehêlin grûpên ser bi Îranê ve li nêzîkî sînorê Îsraîlê bicih bibin û rê li pêşiya leşkerkirina ciwanan bigirin.

Li gor Serokerkanê Artêşa Amerîka, Îran û Amerîka şiyanên leşkerî bi pêş dixin ji bo rûbirûbûna gefên li Rojhilata Navîn, diyar jî kiriye ew di warên cuda de hevahengiyê dikin.