Tirkiye û Îran: Em ji bo her senaryoyê amade ne

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îran Îsraîl Hakan Fîdan Ebas Eraqçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Stenbolê derbarê şer û aloziyên li Rojhilatê Navîn got, “Em aştiyê dixwazin lê ji bo her senaryoyê jî amade ne."

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li Stenbolê civiyan.

Her du wezîran piştî hevdîtinê civîneke rojnamegerî ya hevbeş li dar xist.

“Metirsî heye şer li herêmê belav bibe”

Hakan Fîdan bal kişand ser êrişên Îsraîlê û wiha got, "Divê neyê piştguhkirin ku metirsî heye şer li hemû herêmê belav bibe.

Em di nav rageşiyekê de ne ku dê di asta kurewî de bandorên wê çêbin.”

Fîdan diyar kir lihevkirina navxweyî ya Filistînê gelekî girîng û stratejîk e û der barê hevdîtina bi şandeya Hemasê re got:

“Şandeya Hemasê bi me re axivî ka gelo ji bo birayên xwe (Xezeyî) mirov çawa dikare hîn zêdetir alîkariya însanî bişîne û seferberiyeke navneteweyî çêke.”

“Em dixwazin agirtbest çêbe”

Li aliyê din, Ebas Eraqçî jî diyar kir li herêmê belavbûna şer gefeke mezin e û wiha got:

“Rejima Îsraîlê di sûcên xwe yên şer de sînoran nas nake.

Em dixwazin ku li Xeze û Libnanê demildest agirbesteke mayînde çêbe.

Li herêmê belavbûna şer gefeke mezin e. Em aştiyê dixwazin lê ji bo her senaryoyê jî amade ne."

Eraqçî got ku ew helwesta Tirkiyeyê ya ji bo piştgiriya mafên xelkê Filistînê û helwesta li dijî Îsraîlê teqdîr dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst